Besam Mistefa
Ey žêx Mažûqê Xiznewî
Wey rêberê ol û dewlet
Ey zanayê dîn û hem duneywî
Tu Kurd bû ev bû tuhmet !
* * *
Ey žêx Seîdê demê
Te jixew kirin žiyar em
Ey tîra serê rim ê
Te em kirin însan em !
* * *
Ey žehinžahê bê tac
Et Rustemê kurê Zal
Eniya bilind wekû ac
Ax û ax û nale nal...
* * *
Ey žêx Mažûqê dîndar
Te sax kir Žêx û Qazî
Nikarin te ew bi dar
Vaye têt serfirazî
* * *
Ey teyrê fireh çeng
Wey Nemrûd û Herekol
Ey leheng ê žer û ceng
Wey žêrzadê di bîngol
* * *
Ey lawê Zab û Xabûr
Xanêxanan û žêxan
Netirsa tu jihedê žûr
Xaç û daxan û mîxan
* * *
Ew dest û lažê tahir
Bêmirêsan bêmirês kir
Hemî durr û cewahir
Zikrežan binpê dikir
* * *
Her ku ewan lê dixist
Çol û çiya digiriyan
Agir ewan vêdixist
Di dilê bav û diyan
* * *
Her ku mûyek hildikirin
Ji wê riha pak û tahir
Ewa agir gur dikirin
Nizanin çi ye agir ?!
* * *
Ew miwên ku radikirin
Ala welêt pê di dirûn
Her ku wan ew radikirin
Riwê ezmên dibû xûn..
* * *
Her ku mûyek radikirin
Žehîdik pê sax dibû
Av ku bi te dadikirin
Pakrewanek radibû
* * *
Ew ilm ê teyî mezin
Bê havil bû ji bo wan
Tu Kurd bû mane zanin
Ey žêxê bazê Kurdan
* * *
Tu Kurd bû žêxê Kurdan
Ji çavsoran re xêzek sor e
Li nik wan pîs û qirdan
Kurd nabe bêyî gore !!
* * *
Tiwî serok û serwer
Ji boyî me derwêžan
Zêr û mircan û gewher
Saxkerê kerb û êžan
* * *
Dilê te ey dil mezin
Hembêz kir dîn û dewlet
Hero hero hin bi hin
Nêzîk kir tiji me dewlet
* * *
Ne wek te Žêxê senan
Xandimdim ê çengzêrîn
Ne Žêrko û ne Geylan
Ne Ferhad ê di Žêrîn ..
* * *
Nezan ku dikujin zana
Li vê dema bênamûs
Zanim te tif kir wana
Pîs û gend û bênamûs
* * *
Dengvedan tolê dixwaze
Balindeye xwe li nêv singa me dixe
Vaye canê te di gaze ....
Sîlake xwe li bin guhê me dixe
* * *
Xanî .. Feqe ...û Cizîrî
Tev žiyar bûn ji xewa xwe
Hatin derve bi girî...
Da silavkin žêxê xwe ...
* * *
Žêxê jîndar bo wan got
Negirîn ! Mêrxas na girîn
Ewî dilê wan pê sot
Hîn bêtir wan da girîn
*
Jê re gotin : ev çi ye ?
Ka rî û žaž û cubbe !
Jê re gotin : ev çi ye ?
Ka zend û mil û qubbe !
* * *
Tev bûn fidayê welêt
Lew ez mame bê kiras
Neviyên omer kurên Zêd
Bi min kirin ev çiqas !!
* * *
Zêr î zer î tu seyda
Li jêr û jor zemîn î
Tê bê li cejn û eyda
Ey lawikê Metîn î
* * *
Her sal roja Newrozê
Wê diyar be canê te
Ji bîr nakin vê dozê
Ta roja hatina te
* * *
Te gul anî li ber me çand
De avê bidinê te got
Erdê xwîna te mijand
Ew bû ew gula me got
* * *
Berê Seyda gotibû :
"Xwîn narije badîhewa″
Wî jî ceger sotibû
Kew bû li nêv mêkewa
* * *
Žêxê min ! Žêxê žêxan
Tu sax î qet namirî
Tiwî serdarê žêxan
Mûm î ! qet venamirî
* * *
Te ol û dîn paqij kir
Ji fen û fûtên dizan
Te Islam bi ronahî kir
Li nêv xaka Kurdistan
* * *
Te got : olek alemî ye
Ev dînê pak û temîz
Ji bo gelan hemî ye
Ev dînê zîzî ezîz
* * *
Te got : roja we bihîst
Ciyê Kurdan tê nîn e
Zanibin tev bûye lîzk
Ji lîzkan dûr ne mîne !
* * *
Ey Žêxê Kurd ê serfiraz
Wa ye al lite pêçan
Ey tabûta tije raz
Têže îro dil û can...
* * *
Žêxê min wey dilê min
Evê bibhîze û ža be :
Ne dîn davên canê min
Ne jî dewlet ...de rabe !
* * *