Ber bi Çêkirina Komîteyeke Lêpirsînê ya Navnetewî bo
Şopandina Doza Wî
Selah Bedredîn
Di Yekemîn
Salvegera revandin û kuştina zanyar û şêxê kurd , Şêx Maşûq Xiznewî de , hêjî gelê Sûriyê bi hemî reng û tiwêjên
xwe di bin nîrê zulm û zordariyê de ye, di dema ku li ser asta ramyarî
hewildanên bê rawestan ji layê tevgera opozisyona niştimnaiya demokratîk ve
têne kirin , ji bo rastkirina refên wê û gihştina çarçewekê ku wê bidê serhev û pirogramekî yekgirtî ji
bo wê peyde bike.
Diyar e ku tevgera netewî dîmoktartîk ya Kurd jî rolek û
pareke xwe heye di tevahiya wan hewildanên gotî de , çi di warê hundir yê
taybet di vîna guhertin anjî rêzbûna ramanî û siyasî û yekîtiyê yên gerek di
nav rêzên girûpên xwe yên siyasî û tiwêjên xwe yên ronakbîr de , û çi di warê
danûsitana wê ya niştimanperwer û diyaloga wê ya berdewam bi hêzên
opozisyona Ereb ya dîmokrat û bi
kesayetiyên wê , li hundir û dreveyî welat , re .
Piştî hefteyekê
ser revandina şêxê şehîdan , şêx Maşûq Xiznewî ji beriya salekê , ji aliyê
–nenasan –ve û aynî li Şamê , paytexta Sûriyê , Şama dagirtî bi zilamên
ewlekarî û istixbaratan , ji sentera lêkolînan ya ku kesekî nêzîkî ewlekariyê
wê birêve dibe , kesekî ku gelek guman derbarê wî hene –Mihemd Hebeş - , û
piştî ku şopa şêx winda bû û deselatê dest bi fenûfûtan kir , ez pir li ser
jiyana şêx Maşûq tirsiyam ji xinizî û
tawanbariyên çeteyên rêjîma dîktator a şovonîst ya ku hetanî guhan werbûye di
xeleka tawanbariyên polîtîk de ji dehê salan ve , ev xeleka ku gihşte dewletên cînar jî di serdema
mîratxwerê- çaksazê xort de ?!- wekû li hindekan xweş tê ku wî wisa bi nav
bikin bi taybetî li Lubnan û Urdin û Iraqê . Ev xortê ku xurista rêjîma siyasî
ya sitemkar ya serdest nîşan dike , tu tişt li nik wî tune ye ku pêşkêşî gelê
xwe bike ji bilî dûvçûn û kuştin û girtin û dirûtina dev û lêvan , yê ku mafê
cînartiyê yê ku di navbera dewlet û hikûmetan de heye binpê dike , û ji dêvla
ku aramiya Lubnanê ,welatê xweşik î kevnar e û şaristanî bihêz bike, em dibînin ku ew serê sembolên wê
yên welatperwer û lîderên wê yên gewre
dibire û xêrûbêrên wê talan dike , û kuştevan û çete û sîxuran ber bi wê ve
dişîne . Herweha , ji dêvla ku arîkariyê bide milletê Iraqê yê serbest û mêrxas
piştî rizgarbûna wî ji zordestiya Beesiya reş û genî , û pêdariya wî derbarê ji
nûve avakirina welatê xwe , landika şaristaniyê , û berdewambûna wî di prosesa
siyasiya demokrasiyane de , û xurtkirina Iraqeke federe ya pirrengî de ; em
dinbînin ku ew komik û refên teroristan ji girûpên Islama Polîtîk ya nijadperest a netewî ber bi Iraqê ve
rêdike . Raste , rêjîma sitemkar , Sûriya kiriye meydanek ji çeteyên malbatî-
mafiyweî re ku çarenûsa gelê Sûrî di destên wan de ye , Sûriya kiriye
çavkaniyek bo terorîzima herêmî bi alîkariya rêjîma Îranê a sitemkar , û ew kiriye havîngeheke
xweş , di riya hevdîtin û konferansan de , ji idolojiya netewî- Islamî ya
nijadperest û dûr ji pernsîpên netewî yên dîmokratîk di koka xwe de û ya ji derveyî bangên olî yên
baş ku armnaca wan xêra mirovan e û belavkirina aşîtî û biratiyê ye , em bawer
in ku emê dûrî rastiyê nekevin eger ku em vê hevbendiya ( Netewî Şovonî tevî
Islama siyasî ya tund ) bişbînin rêbaz û Musilmantiya –Mîşêl Efleq – yê ku bi
fermî û eşkere Islama xwe ilan kir bi henceta ku Islam zerika Erebbûnê ye û
divêt ku were bikar anîn bo xizmetkirina Erebbûnê – helbet mebesta wî Erebbûna
Bees bû ya ku komkujiyên wê yên nijadperest û tayfegerî hatine dîtin piştî
têkçûna zorbazê Bexdayê – û weke Erebbûna Zerqawî ye, ya faşîst ku destpê
kiriye ; ji ber van tiştan hemiyan ez pir li ser çarenûsa şêx Maşûq ditirsiyam
, û wek ku em dizanin şêx Maşûq bi rêbaza xwe ya ayînî ya ronîkirî li dijî
rêçika Islama Polîtîk ya fundemental, û di nav de tayfegeriya siyasî , bû . Hem
kurdayetiya wî vekirî û hevgirtî bû û li dij sitemkariya netewî bû , ya ku bi
rizgariya Iraqê û pirosesa siyasî û
fîdîrlazima Kurdistanê re bû û dij û li hember rêjîma şovonî , hema ev tenê bes
bû ku desaltdarên bêkêr ji ketina şerên siyasî û anîna behaneyên xwe eger ku
rast dibêjin , tolê jê bigirn ?
Ev tirsa min li
ser Şêx Maşûq , hişt ku ez bangekekê bo herkesî li dar bixim , di riya gotareka
belavbûyî di gelek menberên ragihandinê de weke rojnameya Siyaset ya Kiwêtî , û
doza " hemî layan li hindirê welat ji kurd û Ereban ku xwepêşandanên
aştiyane li dar bixin , û komîteyaka niştimanperwer bo serkêşiya wê damizrênin
, û sloganên wê bila derbarê azadiya Şêx Maşûq
de bin ... " bikim aynî di wê gotara ku bi navê : Tenê Pêşniayrek !
Ji mafê Xiznewî
ye li ser milên me ku em doza wî bişopînin , piştî derbasbûna salekê ser
şehîdbûna wî de , ji ber ku ew dozeke netewî û niştimaniya dîmokratsiyane ye ,
ji ber tawanbaran wî çaxî yek ji me hilbijartin û dibe ku îro sibe yekî din ji
nav ne hilbijêrin , wiha , piştgiriya wî di heman demê de , piştgiriya her
mirovekî welatperwer û dîmokrat e ji opozisiyonê , û diyarkirina nerazîbûnê ji
rêîjîma sitemkar bi daxuyanî û tenê di boneyan de têr nake . Welatparêzên
Lubnanê bang kirin û berevaniya pakrewanên xwe kirin , û bi taybetî Refîq
Herîrî , di riya pêşkêşkirina doza wî di warê navnetewî de , û biser ketin di
avakirina komîteyka lêpirsînê ya navnetewî ku karûbarên xwe berdewam dike û
gihştiye hindek rastî û xalan ku serê rêjîma sitemakar û destûkarên wî
destnîşan dikin, evên ku dê cezayê xwe werbigirin .Bê guman , ku doza Herîrî ya
giring e ku xewa sitemkarên welatê me li wan diherimîne , û di eynî demê de wê
bibe sedema direkt bo destgitritn û dadgehkirina wan . Gelo çima em pêkve eynî
tiştî nakin angu doza çêkirina komîteyeke lêpirsînê ya navnetewî ? Pêşniyar ji
pêncemîn Konferanasa Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî derketibû ya ku hatibû
girêdan li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistana Iraqê di ( 18-25 / 4 / 2006) an
de , ku banga alîkariyê bi mirov û xizmên şêxê şehîdan bo avakirina wê komîteya xwestî û bo
kifşkirina kuşteyarên yekî herî gewre ji rewşenbîrên kurd li Sûriyê , û
pêşkêşkirina tawnbaran bo dadgeheke navnetewî piştî tewawbûna lêpirsînan .Li
vir , ez bangeke nû dişînim bo dostên Şêx yên ku di jiyana wî û piştî şehîdbûna
wî jî pê re rawestiyan , û tukes nikare vê tiştî inkar bike – hem ew xebatger û
rewşenbîrên naskirî ne - , û bo hemî kesên dilxwaz bo welat û millet û pêşeroja
nifşên nû , û bo hemî dilxwazên guherrtin û dîmokrasiyê ji kurd û Ereaban ji bo
avakirina komîteyeke niştimanî di nevbeyna hundir û derve de , ku erka wê ya
herî giring ew be ku dabînkirina mîkanîzima pêwîst ya mewdanî û manewî ji bo
şopandina karên wê di warê dokumentkirina belge û behaneyan de tev li daneheva
wan bo pêşkêşkirina wan ji heyetên cîhanî yên têkildar , û da ku bibine
bingehek a bihêz berve avakirina komîteyeke lêpirsînê ya navnetewî bo şopandina
doza şêxê şehîdan , Şêx Maşûq Xiznewî .
Em bi hêvî ne ku
ev bang a me ya avakirî li ser pêşniyar
û xwestekên berî wê ku ji hindek dezgeh û rewşenbîrên me derçûbûn û ya herî
dawîn di vî warî de ew pêşniyara ku Konferansa Pêncan ya Kombenda Kawa Bo Çanda
Kurdî ew derxistibû , dê bête bersivdan .
Ey şêx Maşûq ê
Xiznewî !
Ey şêxê şehîdan ,
bibûre ku ez li bîranîna te , serê xwe ji te re bitewînim !
