Diyar Ehmed
Bi rastî yê ku li bîr û ramanên şêx Meşoqê Xiznewî bi nêrê û
li peyî şop û bizava wî bi kevê û herweha li dîdar û axavtinên wî guhdar bikê,
bi hûr wan hilkewêşê, veçirê û vewejêrê wê zû bi gihê wê baweriyê ku kî şêx
Meşoq kuşt û kî ji kuştina wî mifadare .
Şêx Meşoq dara rastiyê avadida, gotina durist û rasteqîn di
civaka xwe de de belavdikir û tucarî ne di xwest yan ne di fikirî ku sînoran li
dora xwe deynê.karî bi mêranî sînorên tirsê bi şikînê, û hişemendiya girtî û
çavşikestî dirêşkan lê bide. danpêdan bi xetên sor nekir, lingê xwe li kêlikên
destnîşankirî xist,dan erdê û ew xêz û xet derbaskirin.
Lê ev yeke kir û pêre canê xwe yê şêrîn û ciwan kir gorî
geşkirina wê gotina rastebêj û bi xwîna xwe ya zelal û paqij dara azadî û
rastiyê avda.canê mirovî ji her tiştî girantir û buhatire li cem mirov, şêx
Meşoq canê xwe bi merdî û mêranî danî ser nava destên xwe, gula xwe ya
bêhinxweş ji gulîstana dilpakan çinî, jena dilê xweragir û qehreman rawestand,
jen diyarî da hêviyên avis û bingirtî. herdîsanê kes nikarê canê xwe bi hêsanî
û rehetî bidê, xwe bi şewtînê, tunebikê ji bo çira azadî û wekheviyê bi mînê
geş û gurr, û roniya wê giştir û xurtir bibê .lê divê mirov baş bi zanê ku
dunya ji merd û cangoriyan xelasnabê .
Belê em miletên rojhilatê, serwer û serkirdên me destên xwe
kirine di qirika miletên xwe de, hêstir di kanîkên çavan de ziwakirine, kel di
zengeloran de xeniqandine,omîd hiştine sêwî, û ev milet talan kirine, hêvî,
saman, xêr û xweşiyên wî tev de mêtine .
Şêx û maliyên me berevaniya sitemkar û kedxwaran dikin, bi
rêya xwedênasî û oldariyê zikên birçî dirazînin û berjewendiyên kotek û
dilgemaran di parêzin û reng û rûyê wan xweşik dikin .
Siyasetvanên me jî xwe di arava dîktator û zordaran de
şuştine, hiştine bê bawerî di nav bera wan û milet de çêbibê .
Belê, ew dîwarê di nav bera wan serwer û wî miletî de hatî
lêkirin, şêxê ciwan ew dîwar hilweşand, vajî tişta heyî kir û da xuyakirin ku
ne her kesê bi mêranî di peyvê ne xwe peyayê dijmine û dijmin û neyaran ew ji
xwe re çêkiriye û ji bo berjewendiya wî neyarî di bizive…na îro şêxê şehîd
têwer û têgeha pîlankariyê li erdê da û
xwedanên hişemendiya tirsonek û mejî
xesandî rût û tazî kirin .lê ta ev yeke zelal û eşkere kir, dilê giran,
jî yê ciwan, ramanên hêja qurban kir .
Şêxê dilpak dema ku ev rê girt, ewî di zanî giraniya
metirsîn û kelemên di pêşiya wî de û herweha dafik û xefkên ku jê re wê di wê
rêyê de bêne vedan .
Daxwazên wek heviyê, dadmendî û lêborîna olî di nav bera
miletê Sûriyê de diweşandin û di got : (( ez berevaniya mafê gelê kurd li
Sûriyê dikim ne ji ber ku tenê ez
kurdim,lê ji ber ku miletê kurd neteweke û ji mafê wê ye ku ew netewî jî wek
netewa Ereb li ser xaka bav û kalan bi serbest û azadî bijî û beryara çarenûsa
wî miletî gereke di destên wî de bê û reng û rûyê wê ew bidê zanîn û diyar
bikê. )).
şêxê qedirgiran her û
her mafê mirovî di jiyanê de bi pirsa mirovatiyê ve girêdida û dida zanîn ku
mirov mirove, çi pîreke û çi zilame, reşe yan sipî ye, ol û mezbebî wî çibê
bila ewbê, kes ji kesekî çêtir nîne û kes ne di ser kesî reye û eger ev cudahî
werê kirin jî, wê pîvan ew bê ka kî bêhtit di rêya xwedê deye, kî zêdetir
xizmeta belengaz û perîşanan dike û xwe di westînê di ber geşkirin û xweşkirina
rewşa mirovatiyê de, di pêvajoya xwe de jewendiya xwe ya teybet jî di çarçêweyê
berjewendiya giştî de di bînê û di parêzê .
Kî di civakê de rastir, merdtir û cihê baweriyê ye, aramî û
êmnahiyê ye, nezikreş be, bi xelkên hewîrdora xwe re alîkar û hevalbend be û ev
yeke berdewam dikir û di got : (( xwedê mirov daye û hertiştê baş nîşanî wî
kiriye û jêre daye xuyakirin ku ev rê başe li ser here û eva he şaşe neke û jê
dûr bi keve, kes ne pire di nav bera xwedê û ebdê wî de û navbir di nav wende
çê ne kiriye )). hin kesan maf dane xwe û xwe kirin dergehvan û ji xekê re
gotin ku ew wê li ser pira ( sîratê) ya rast rawestin, pira xêr û gunehan ya ku
ji camê rastire, ji mû ziravtire ji şûr tûjtire, ji agirê komir û daran gurtir
û gerimtire, wê ew bin yên li ser pirê bi sekinin û berê xelkê bidin Buhiuştê
yan jê Dojehê .bi van axavtin û peyvan xelik di tirsandin û jiyana wan ya
şepirze û mişhet li wan tengtir û dilsartir dikirin.
Şêxê şehîd ronahiya wî ji nav kelşên nakokî û hevrikiya
berjewendî û şopgirtina serweriya olî ya malbata xiznewî ji alîkî ve û ji aliyê
dî ve girêdana berjewendî û têkiliyên malbatê bi rêjîmê re derket û veda û
xwest wê perda reş û tarî li ber şavên xelkên bê guneh û perîşan rake, wê mij û
moranê vedê û tariyê zelal bike, di demeka ku dîwarê herdu aliyan diderizî û
bingehên wî dîwarê rizyayî û li benda hilweşandinê mayî bi xurtî di hejand .
Tîrêjên dilê şêxê cansivik di nava birînên qemûşgirtî re xwe
berda kevanên hêviyên dilgerim û bergirtî de û li dora wan talan dida, mexel
hatin û bêhin vedan, li hêviya çirûskek bingirtî di malzaroka pêşeroj û
qûnaxeka nûtir de man, şêx Meşoq li gelek dergehan da û gelek rê şopandin,
hevsarê omîdên bend kirî di ser serê wan de anî ew serbest berdan.
şêxê ciwan bû parêzer
û berevanê kar û xebata serhildana (12) avdarê, li peyî xwîna şehîdan nimêjkir,
xwîna şehîdên wê pîrozkir, xwêhdana girtiyên wê himbêzkir, birînên birîndaran
dermankir, dilê dayîkên şehîdan bi paşerojeka geş xweşkir, rêz li qehremanî û
mêraniya girtiyan digirt û sitûnên konê girtiyan ragirt û ew dastan û lehingiya
wan bi pesnin hêja û buhagiran nav kirin, û bi dengek zîz û zelal got : (( nema
êdî hûnê bi bihîzin ku navê Girkê Hejîran wê bibê Til ElTîn )).
Rê û rêbazeka berfereh ajot, dergehê gotareka serdanî berbav
û serastkir û li pêşiya xemxwar û dilbêşên kurdewariyê vekir, bi hêz û berhemê
keda xwîna şehîdên (12) avdarê, bi xwêhdan, bi qehremanî. Bi xweragirtin û
mêraniya wan şêr û pilingan ew rê û rêbaz girt û rêyên nû di singa civaka kurdî
de qelaşt, peywendî nû avakirin girêdanin dî peydakirin, dergeh û bergehin
dîtir çavnêrî xwe kirin û bê tirs got : (( erê hin ji (12) avdarê re di bêjin
pîlankarî û fitnek bû hin dî di bêjin serhildan bû, raperîn û gehîr û kîn bû .
Kî çi dibêjê bila bêjê, ew di bîr û baweriyên xwe de azade,
lê eger tu ji min di pirsê ez di bêjim serhildane…..serhildane .
Evê rastî û zelaliya wî, evê mêranî û dilpakiya wî bû cihê
ne razîbûn û ne rehetiya sitemkar û şovînistan û herweha ya kevneperist û
hişgeniyan, ew yeke bû egerê ku tîr û kevan ji çar aliyan ve, ji çar hêzên xurt
ji xirakirin, dest û devgirtinê re lê hatin hev û canê wî yê paqij ji wan re bû
nîşan û armanc .
Erê ew hêz ne wek hevin jî di gelek delîv û deran de lê di
gelek derî û duriyanan de digihin hev, hevîrê bi hevîrtirşkê yek hişemendiyê
hatine sitirandin, û her yekî bi rêya xwe xwestin ku vê stira geş vemirînin, ji
ber hin ji wan aliyan ketin wê gumanê ku şêx Meşoq ronî ji wan dizî, tevî ku ji
bîr dikirin, ku ew bi xwe di mij û moranekî de dijîn,jibîrdikin ku giryê Gurê
çola bi halê wan tê û rûyê wan tarî bûye, kawî û bawî veket ne. alîn dî tava
rojê li sirê xurtî û berdewamiya hebûna wan derket, peywendî û têkiliyên wan
eşkere di bin, hêzin dî qirêj û gemara wan, bîr û ramanên wan zelalbûn, hêza
dawî ya ku hersê hêzên dî dibin tirsa hêza wê de veket ne û nikarin gavên xwe
zêdeyî sihika sêhwana li ser wan hatî vegirtin bavêjin, ew hêz bi xwe xal û
nîşanên barkirin û ketinê xwe di ser rûyê wê de berdaye, û ketiye ber birhan û
tayên mirinê lêdestdaye û di nava tariya kar û kiryarên xwe kirêt de bi şil û
şehtî dibonijê .